|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî seredana Minbicê kir

 

Ji aliyê RÛDAW 22.06.2018
Şanda amerîkî li Minbicê
Şanda amerîkî li Minbicê

Navenda Nûçeyan - Şandeke serbazî ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê seredana Minbic kir, û li gel berpirsên Encûmena Sivîl Minbicê civînek pêk anîn û rewşa herêma Minbicê gotûbêj kirin.

 

Şanda Hevpeymaniya Navdweletî îro pençşemê (21.06.2018) bi seroketiya fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîka Joseph Votel seredana Minbic kir.

 

Li gorî agahiyên ji Minbicê hatine hildan mebesta sereke ji seredanê, gotûbêjkirina gefên Tirkiyê û rewşa xelkê herêma Minbicê bûye.

 

Hevserokê Encûmena Minbic Farûq El-Maşî pêşwaziya wê şanda navborî kir û li gel wê şandê li nav kolan û bazarên Minbic geriyan.

 

Ev serdan di demekê de ye ku roja Duşemiyê 18ê Hezîranê hêzên Tirkiyê li ser xeta çemê Sacûrê dest bi tevgerên leşkerî kiribûn û hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî jî li başûrê xeta Sacûrê ketibûne tevgerê.


   

 

 

4233

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com