|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
38 SALE LI XERÎBÎYÊ

 

Şitlek bûm ji axê qetîyam
Qertalek bûm, ber ba firîyam 
Li welatê xwe ne jîyam 
Tim mam bi hisret û hêvîyan

38 sale ez bi nalîn im 
Kes êşa dilê min nabîne
Hinek kesê xwe nenas 
Ser keda me rûniştine

Min guh neda pere û zêra 
Min cuwanîya xwe hêla 
Ketim rêça kar û xebatê
Evîna dilê min azadîya welat e

Di tarîyê de li rohnayê gerîyam 
Di germahîyê de li sîhê gerîyam 
Ji bindestîyê li serfirazîyê gerîyam 
Hêvî min dit li serê çîyan

Min wenda kir heval û hogir
Wan di canê min de birîn vekir
Deyndarim, me welat azad nekir
Li min tucar nebû sekin

Geh li vir, geh li wir, li her der
Hinek hatin ji dûr û der
Ez ji mala min kirim der
Nuha hinek ji wan bûne ker

Min nexweşîya xwe nas kir
Ji ber min serê xwe xwar nekir
Şaşî û heqaret min erê nekir
Min xwîna şehîdan erzan nekir

Bûme kesekî serbixwe
Dimeşim li pê doza xwe 
Nabim kelem ber gelê xwe
Ta edalet mafê jîyanê binase

Bi min re bû kûl û mereq
Bi saxî jê nebûm têr
Ew erda şêrîn bi bereket
Ji xelkê re bûye xêr

Qalibê min li biyanîyê ye 
Ruhê min li çîya û berîyê ye 
Gund û bajar dikevin xewnê ye 
Şîyar dibim, dikevim tengasîyê ye

Kîjan dil dikane 38 sal bîjî bêyî welat?
Kîjan dil xwe radigrê li ber Efrîn û Şengal?
Were ji dilê min pirs bike van êş û janan 
Rojê çend caran binfetiskî dibe bê derman

Ax welato tû çi şêrînî
Ez bûme dildarê te 
Ger bi saxî venegerim 
Mirina Xwedê li te vedigerim. 


   

 

 

Eyup Kurt4235

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com