|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Sêyemîn salvegera komkujiya Kobanê tê bibîranîn

 

Ji aliyê XALİD CEMİL MİHEMED 25.06.2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Berî 3 salan, di rojên dawî yên meha Hezîranê de, xelkên bajarê Kobanê û kurdên hemû aliyên cîhanê, li ser bihîstina nûçeya komkujiyeke mezin şiyar bûn.

 

Di vê komkujiyê de, hejmareke gelek ji welatiyên sivîl ên bê sûc û guneh, li Kobanî û gundewarên wê, bûne qurbanî, ku bi sedan jin, mêr, zarok û pîr û kal, li ser destê çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin, weke ku hate ragihandin û şahidhalan behsa vê bûyera giran kir.

 

Çalakvan û medyakar, Mistefa Ebdî, ku şahidhalê vê bûyerê bû, û yek ji nişteciyê Kobaniyê bû, di gotareke xwe de, ragihandiye û tê de hûrgiliyên vê komkujiyê tîne ziman.

 

Ebdî dibêje: “Roja 25ê Hezîaran 2015an, li Kobanî û gundewarê wê, komkujiyek, li ser destê çekdarên DAIŞê, hate encamdan.”

 

Di vê komkujiyê de, 264 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, ku di nav wan de, 37 zarok jî 28 kur û 9 keç û herwiha 77 jin, ji wan jî 3 jinên ducanî hebûn.

 

Tevaya qurbaniyên wê komkujiyê, ji 37 malbatan bûn. Malbatên ku di komkujiyê de dayik û bavên wan, jiyana xwe ji dest dan, 18 malbat bûn.

 

Herwiha 93 zarok di komkujiya Kobanê de bê dayik û bav man.

 

Di encama wê komkujiyê de, ku DAIŞê pêk anî, 276 kes jî birîndar bûn.

 

Şahidhalê bûyerê, Mistefa Ebdî dibêje, ku ew li deriyê sînorî yê Murşid Pinarê bû, dema ku otomobîleke bombekirî, demjimêr 5 û nîvê berbangê teqiya.

Çekdarên DAIŞê piştî rizgarkirina Kobanê ji aliyê şervanên Kurd ve, xwe vedizîn û di çend rêyên cuda re, derbasî gundên herêma Kobanê ya Rojavayê Kobaniyê bibûûn, bi mebesta encamdana wê komkujiyê.

 

Bi gotina Ebdî, şaneyên veşartî yên DAIŞê, li nav Kobaniyê û derveyî wê, demjimêr 4ê berbangê, ji 3 aliyan ve, ji başûr, bakur û rojavayê Kobaniyê ve, dest bi êrîşê kir.

 

Di wê bûyerê, nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, beşek bi lêdanên ezmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî, beşek jî bi lêdanên YPGê û YPJê. Hinek jî bi dîl hatin girtin.

 

Roja 27ê Hezîranê, ajansa fermî ya DAIŞê ragihand, ku wan komkujiya kuştina kurdan li Kobanê encam daye.

 

Piştî wê bi 48 demjimêran, tevaya taxên Kobanê ji destê çekdarên DAIŞê, li ser destên YPGê û YPJê hatin kontrolkirin.

 

Di wî şerî de 35 şervanên YPGê û YPJê şehîd ketin.

 

Kurdên hemû cîhanê, û bi taybetî xelkên Kobanê, her sal wê komkujiya mezin bi xemgînî ve bi bîr tînin.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2506201813


   

 

 

4238

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com